Di 103 saliya xwe da ji Kovîd-19ê filitî
Li Mazîdaga navçeya Mardînê pîra Emîne Tekîna bi Kovîd-19ê ketibû piştî tedawiyê ji şewbê xilas bû.

Li Mardîna navçeya Mazîdagê Emîne Tekîna 103 salî ya ku bi şewba vîrusa koronayê ketibû (Kovîd-19) li nexweşxaneyê raza û piştî tedawiyê bi ser xwe da hat û pak bû.
Encama testa pîrika Tekîn a li gundê Omurluyê dijî pozîtîf derket û ew 8 rojan li malê ma lê rewşa wê her ku çû giran bû û ew sewqî Nexweşxaneya Dewletê ya Mazîdagê hat kirin. Piştî tedawiya 6 rojan ew ji nexweşxaneyê şandin mala wê.
Pîrika 4 zarok û nêzî 60 neviyên wê hene got ku li malê pir zehmetî kişand û wiha pê da çû: "Nexweşî li min giran bû û ez birim nexweşxaneyê û di beşa nexweşiyên giran da razandin. Doxtor û hemşîreyên li wê derê gelekî xizmeta min kirin wan mîna pitikekê ez xwedî kirim."
Tekînê ji Serokomar Recep Tayyîp Erdogan ra jî dia kir û got ku bi xêra wî pêwîstiyên kal û pîran zû tên helkirin.
Di berdewamiya axaftina xwe da Tekînê got ku 95 sal berê jî şewba webayê belav bûbû û ew ji wê nexweşiyê jî filitîbû û îro jî ji şewba Kovîd-19ê filitî.