Berika hawanê hat avêtin Qoserê: 2 mirî 12 birîndar
Ji ber hawana ku ji Sûrîyê hat avêtin Qosera Mêrdînê 2 kesan canê xwe ji dest dan û 12 kes jî birîndar bûn.

Hat ragihandin ji ber hawana ku ji Sûrîyê hat avêtin Qosera Mêrdînê 2 kesan canê xwe ji dest dan û 12 kes jî birîndar bûn.
Li gorî agahîyên ku hatine wergirtin ji Dirbasîyeya Sûrîyê berika hawanê hat avêtin Xerabkorta gundê girêdayê Qosera Mêrdînê. Di encama bûyera ku pêk hat de 2 kesan canê xwe ji dest dan û 12 kes jî birîndar bûn.
Kesên ku di bûyerê de birîndar bûn bi ambûlansan hatin rakirin nexweşxanê.
Hat hînbûn gundê ku berika hawanê îsabetî kir tê tahlîyekirin