Zarokên Xwe Fêrî Dua Bikin
Zarokên xwe fêrî dua û lavayîyê bikin, ma hûn dizanin ev tişt dê çi bi destê we bixe? Wekî pispor û amojkar jî vedibêjin, insan ji zaroktî fêrî pirr tiştan dibin. Zanîna bi zaroktî di binbîra insan de cih digre. Cudahiya di navbera zanîn û têgihiştina mezin û zarokan bes tecrube ye. Ji bilî serpêhatiyan meriv dikare bibêje têgihiştina zarokên sê salî û yê salmezinan mîna hev e. Heta hin dibêjin ku bingeha rewiştê zarokan di zikê dayika wan de dihê avîtin/girtin. Di ducaniyê de, tişta dayik gohdar dike jî bandorê li zarokan dike. Ji ber vê yekê dema dayik ducanî be, bila li xwarin, vexwarin û tevgera xwe miqate be. Xulase; dema zaroktiyê demeke gellek girîng e. Ne weke ku em girîng nabînin. Ev dem, ne bi hatina dinyê, bi livketinê/ruhpêketinê destpêdike. Di navbera başî û xirabiya insanan û navbera dema zarokatiya wan de peywendiyek mezin heye. Binbîra zarokan di bûyerên pêşerojê de jî xwedî bandor e. Bi gotineke din, meriv dikare bibêje; başî û xirabiya insanan, bi avêtina bingehên di zaroktiyê ve pêwendîdar e. Heke em vegerin mijara xwe, dannasîna dua, dê bandoreke erênî li jiyana zarokan bike. Ji ber vê yekê divê em zarokên xwe, ji zaroktî fêrî duayan bikin. Perwerdehiya duayan. Insan, tim pêdiviya xwe bi (Totem/Îdolekî)yekî jixwe mezintir dibîne. Tim li yekî ji xwe mezintir digere. Ev di fitreta mirovan de heye. Ji xwe ji bo vê yekê ye, hin kes ji hin aferîdeyan re perestin û lavayiyan dike. Ev hewceyiyek e. Ev hewceyî fitrî ye.
Divê malbat, berê vê hewceyiya zarokên xwe, bidin Xweda. Di civaka me de ev tişt ne girînge lê ji bo civakek jiyaneke bi aştî û aramî bidome dua û zarokên duaker pêwîst e. Divê zanyarên zanista Pedagojî jî li ser vê mijarê bisekinin. Pirtûkên dua yê ji bo mezinan heye, lê ji bo zarokan an tuneye an jî pirr hindik in. Dua, peyva bi Xweda re ye. Erzûhala ji Xweda re ye.
Em çawa zarokên xwe ji zaroktî fêrî jiyan û rêyên debara wan dikin, divê em wan fêrî duayan jî bikin. Belê, zarokên xwe fêrî dinya û tevgera dinyê, xwendin û sûd vergirtina ji dinyayê bikin. Lê çawa hûn zarokên xwe ji zaroktî fêrî jiyan û rêya debara wan dikin, fêrî duayan jî bikin. Çawa rê û rêbazê bi destxistina debara dinyê heye, herwiha rê, rêbaz û şêwaza duayan jî heye. Divê em wan rê û şêwazan jî ferî zarokên xwe bikin. Divê pêşî zarok bizanibin ku dua çi ye, ji bo çi dihê kirin û ji kê dihê xwestin? Dua; lavayî û jêxwestin e.
Divê zarok berî hertiştî bizanibe ku ji kê dixwaze, yê jê dixwaze nas bike. Ev xal, xaleke gellek girîng e. Divê em bi zarokên xwe bidin fêrkirin ku dema tu kes li derdora me nemîne û di tengiyekê de bin, Ew li nik me ye, me dibîne û dibihîze. Dema em bangî Wî bikin dê me bibihîze û dê bi hewara me ve were. Da em zarokên xwe ji bêhêvîtiyê biparêzin, ev bawerî cihekî girîng digre. Ji bîr nekin, bêhêvîtî maka têkçûnê ye. Insan di dafa bêhêvîtiyê de dikare bi destê xwe jiyana xwe bi dawî bike. Li gorî ez têdigihêjim ji bilî tecrubeyan, hest û hişê mezin û zarokan mîna hev in. Em diyarbikin ku di vir de mebesta me, ne pitikên nû çêbûyî, bi zarokan re ye.
Tişta ji mezinan re pêwîst be ji zarokan re jî pêwîst e. Girîngiya mijara duayan di vir de diyar dibe. Li gorî min; dema em zarokên xwe li gorî temtêla ji bo pêşwaziya duayan merc e fêrî duakirinê bikin, em dê bandoreke mezin li jiyana wan bikin. Herwekî dema em mezin jî di babeta duayan de diaxivin, em dizanin ku ji bo pêşwaziya duayan pakbûna ji xirabiyan pêwîst e û ji bo wê yekê jî em dibêjin; “bi duayê baş û salihan”. Zarok jî dê bizanibin ji bo duayên wan bêne pêşwazîkirin pêwîst e ku ji nepakî û xirabiyan dûr bin. Bawer bikin ku ev zanîn û têgihiştin dê di pêşerojê de bandoreke erênî li jiyana zarokên me bike. Zarok dê bizanibe ku ji boneya dua wî bête pêşwazîkirin pêwîst e xwedî kesayeteke rast be. Ji ber vê yekê jî lazime ji kiryariyên kirêt û xirab dûr be. Ev têgihiştin dê bandorek mezin di tevgera zarokan de bike. Dema meriv li tevgera dema me dinêre, meriv ji pêşeroja zarokan ditirse. Ev tirs, bêhêvîtiye bi mezinan re çê dike, lê gelo çi bi zarokan re çê dike? Ji ber ku li ber çava rolmodeleke balkêş ku wan ji xirabiyan dûr bixe di asta tuneyî de ye, kesayet û pêşeroja zarokan di xeterê de ye... Dua dê çawa bandoreke wiha mezin bike? Ev bandora duayan, bi zanîna bersiva van pirsan dê çêbibe.
1- Dua ji kê tê xwestin, lavayî ji kê tê kirin?2- Yê em lavayîyê jê dikin kî ye?
3- Yê em lavayîyê jê dikin ji mirovên çawa hez dike?
4- Pêwendiya di navbera yê lavayî jê tê kirin û yê lavayê dike divê çawa be?
5- Duayên kesên çawa tê pejirandin? Mebest bi fêrkirina duayan bersiva van pirsan e.
Zarokên bi zanibin di dema duayan de Xweda li wan gohdardikin, dê bizanibin Xweda dibihîze. Û paşê dê bizanibe ku bihîstina Xweda ne wek ya me ye. Zarok dê fêr bibin ku Xweda timî wan dibîne û dibihîze. Ev yek, dê hêza di heman gavê de xwekontrolkirinê bidestbixe. Zarokên ku ji hêla malbatên xwe ve fêrî bersiva van pirsan bibe, dê ne tenê fêrî duayan bibe, dê biberkevin ku malbata wan ji wan hez jî dike/kiriye. Ev yek, dê di binbîra zarokan de bandora rûmetgirtinê jî bi cih bike. Dê bizanibin malbata wan rûmeta wan girtiye. Bi gotineke din dua; parêzgeh û hêwirgeheke manewî ye. Bi vî rengî dua, têkiliyeke xurt di navbera Xweda û yekî de ava dike. Pêwendiya insan bi Xweda ve çêdike. Dua, insan biber fikrandina erênî ve dibe. Kesê ev tişt pê re çê bû, dê xwe wek mirovekî bibîne. Lew dizane ku Xweda li wî gohdar dike. Di vê têgihiştinê de, çend fêde hene.
a) Ew zarok dê fêr bibe ku Xweda li wî gohdar dike. Dê di xwestekên xwe de hê baldar be. Ev yek, dê bandorê li fikr û ramanên wî jî bike.
b) Dê bandorê li xwevegotinê bike. Ew zarok, dê mebesta xwe xweştir vebêje.
c) Zûbizû fikrên çewt nabêje.
d) Li berpirsiyariyê hay dibe.
e) Dê tim bi hêvî be. Ji ber ku bi hêvîye, hêsantir bi pêş ve dikeve.
f) Tim dizanin ku yek li pişta wan e û dibin xwedyê hêviyên mezin.
g) Ya herî girîng dê Xweda di dilê wî de cih bigre.
Dua û serkeftin.
Têkiliya duayan bi serkeftina di xwendin û debara jiyanê de jî heye. Dibe ku hin kes vê yekê bê wate bibînin.
Lê dema ev tiştên me gotî tên cem hev bixwebaweriyê jî çê dike. Û kesê bixwebawer bibe, bi hêsanî bi ser dikeve. Bixwebawerbûn kilîta biserketinê ye.
Bandora duayan di bêjeyên erênî de jî çê dibe. Yekî bizanibe ku bi afirîndêrê xwe re di axive dê li bêje û gotinên xwe miqate be. Çi tişta bihête hiş û dilê wî bilêv nake.
Zarokên bizanibin dua ji Xweda dihê xwestin, dê têbigihêşin ku divê navbera wî û Xweda baş be. Divê li gorî razîbûna Wî tevbigere. Divê jiyaneke li gorî daxwaza Wî bijî. Ji boneya vê yekê jî divê xwe ji xirabiyên ku Wî bi xirabî li qelemê daye dûr bikin. Bi vî rengî ji derewan jî dûr dimînin. Kesê derewan neke ji xirabiyan dûr dikevin.
Çima?
Çimkî dema xirabiyek kir û derew nekir û li xwe mukur hat, dê çima xirabiyê bike? Ji ber dua dê ewleyîyê bi zarokan re çê bike, dê ew jî ewledarîyê ji xwe re bike armanc.
Zarokên ewle û bixwebawer ma dê çawa bisernekeve!
Belê, divê çawa hûn zarokên xwe ji zarotî fêrî jiyan û rêya debara wan dikin, divê hûn wan fêrî duayan jî bikin.
Bi kurtasî, hema di dema xwarin û vexwarinê de bi tenê jî dibe bila, divê em bi kiryariyên xwe dua fêrî zarokên xwe bikin û bînin bîra wan.
Ji bîrnekin ku zarokê berê xwe dabe Xweda, bi hesta sipasiyê dihese, di dema herî tirsnag û zor de jî ji ber ku hêvîya alîkariya Xweda pê re çêdibe, bêhêvî nabe. Ev yek, zarokan ji jiyanê naqetîne û ji başiyê dûr naxe. Dua dendika perestinê yê, xwe û malbatên xwe bê dua nehêlin.
Bi hêviya duayan!