Xaçirêka Evîndariyê
Di xaçirêka
evîndariyê de
Xeyalên min teqlo meqloyî
Hêl di min de namîne
Ez ji qudûm dikevim
Li gustîlkekê rast nayêm
Evîn li min dibe zêdebarî.
Sal sala dilê min
Evîn min bi çolan dixe
Şevên tarî dibin hemrazên min
Çav stêrkan dişopînin
Ji bo yarê tê de bibînin.
Yar yarek xemrevîn
Ne rawestan lê heye ne biqasî min pê re evîn
Nizane ku ev dil îro ji bo wê bûye birîn
Dîsa jî li bende mizgînekê ye
Yan ji aliyê xerbî yan ji aliyê bayê bêrîn.
Diçim bi alî asoyê ve
Li pê min xaçirêkek vedibe
Li rastî kulîlkan têm
Ji wan kulîlkan Kurdistan û yarê bîn dikim.