Şarlatanî…

Gava
ku mirovekî nezan di warên bingehîn de, di pirsgirêkên civatî de, di çalakiyên
kulturî de, di niqaşên entelektûelî de xwe weke mirovekî zana nîşan bide, divê
helwesta mirovan çawa be? Ma ne divê mirov bi xwe zana be! Ma ne wilo ye? Dijminê
nezaniyê zanebûne! Mirovê nezan gava ku zanibe ku nezan e, mirov dikare wîna ji
bona zanebûnê amade bike. Lê mirovê ku di her mijarê de bibêje; ez zanim, divê
mirov destê xwe ji wana bişo. Baş tê zanin ku gava pêşî û bingehîn ku rê li
zanabûnê vedike, pejirandina nezanabûna bi xwe ye. Pejirandina nezanîbûnê
destpêkek erênî ye. Dura jî ji bona çareserîyê gav têne avêtin.
Lê
gava ku mirov nezan be û hay ji xwe tune be, gava ku mirov nezan be û xwe weke
zana nişan bide, wê gavê bi zimanê zanyarî şarlatanî destpêdike. Him nezane him
jî xwe weke mirovê zana pêşkêş dike! Şarlatanên ku em qala wana dikin mirovên
wilo ne; di xebatên xwe de genim, ceh û
nîskan tevlihevdu dikin û wê yekê weke fekî pêşkeşî mirovan dikin! Dîsa gava ku
şarlatan bixwaze, fekî, weke pincar nîşan dide! Bi gotineke din; mirovê
şarlatan canbaz e. Dora xwe dixapîne. Hunera wîna dixapandina mirovan de ye. Xwe
biqail û derdora xwe jî bêaqil dihesîbîne. Mirovên şarlatan hinekî megoleman e
û xwe dixe navenda dinyayê.
Lê
hayê rebena dinyayê jê tuneye!
Mirovê
şarlatan ji zanebûn û nezanîyê, ji rastî û derewan zalatakê pêşkêşî mirovan
dike. Karê xwe bi hosteyî dike. Hunerê pêşkêşkirinê bi hunerê sihirbaziyê tê
xemilandin, ji bona ku tixûbên di navbêna rastî û derewan de şelûlî bimînin,
şarlatan hewldide ku daneyên xuyayî veşêre. Bi zimanê xwe, bi gotin û ramanan
xwe, bi hest û tevgera xwe armanca wîna xapandina mirovan e. Bi kurti; mirovê
şarlatan bi hişmendî sextekariyê dike. Heta ku jê tê nezaniya xwe vedişêre, di
vê mijarê de jî hosteye.
Em
baş dizanin ku şarlatanî di hemû çalakîyên civatî de hene. Ji ber hemû
çalakiyên civatî li ser pirsgirêka zanabûnê an jî nezaniye bireve diçin. Lê bi
taybetî di xebatên zanyarî de, ev pirsgirêk gelekî hatiye niqaşkirin. Di xebata
tib û dermanan de, şarlatanî baş hatiye analîz kirin. Gava ku mirov ji dîroka
şaristanî yê agahdar be, mirov eşkere dibine ku dîroka zanyarî û zanebûnê tijî
mirovên şarlatanî in. Ji ber ku di dîroka mirovantiyê de ronahî û taritî hergav
bi hevdu re dimeşin. Pevçûnên çînayetî hene, pîvanên etîkî derdikevin pêş,
raman bi hevdu re dikevin berberiye. Bi taybetî di demên şelûlî de gelek mirov
bi metodên şarlatanîyê xwe derdixin pêş. Demên şelûlî, demên ku civat û zanyarî
dixwaze gavên mezin biavêje, gava ku krîzên sosyal û ekonomik li ber derî ne,
şarlatan derdikevin nêçirê. Ew dixwazin hinek berjewendiyan biparezin lê carna
jî nefsa mezin û nezanî bi hevdu re şarlatanîyê di dehfîne. Şarlatan gelek
caran xwe weke mirovê xelasker dibîne û bi vê mentalîtê tevdigere.
Dîsa
em dizanin ku li ser navê olperestiyê ji şarlatanî hatiye kirin. Her çiqase
oldarî bi armancên paqij xwe îfade bike jî, di dîroka xwe de oldarîyê tucara
xwe ji şarlatanîye rizgar nekiriye. Mijarên olî rê li şarlataniyê vedikin, ev
mijar derfetan ji mirovên şarlatan re pêşkêş dikin. Em dibînin ku mirovê
şarlatan din ava olperestan jî de cîh ji xwe re çêkirine.
Şarlatanî,
ol û siyaseta sexte piştgirtiya hevdu dikin. Hevdu meşrû dikin. Ji hevdu re warên
fermî ava dikin û statûyên sosyal pêşkêşî hevdu dikin. Derfetan ji hevdu re
çêdikin. Him li pişt perdê û him jî li paş perdê bi hevdu re govendan digirin…
Hergav
destên wana di hevdu de ne.
Ji
bona mînak; xeyala xwe bidin rewşenbîrên Tirkan, bi taybet gelek akademisyenên
wana, bi belaşî û şelefîyan bûne akademisyên û ji ber wilo jî, di hemû mijaran
de dibêjin; ez zanim! Şarlatanên wana xwe zû didin destan, zû difûrin, netewepareziya
wana li serê wana bûye bele! Tiştekî ku di derheqa kurdan de nizanin tuneye! Lê
di rastiya xwe de Kurd ji wana zanetir bûne. Xwe zana û kurdan jî nezan dibînin.
Lê jibîra dikin ku ji zû ve me cîh bi hevdu guhertiye!
Weke
profesorên pîvaza têne binav kirin lê li ser pirsgirekên astronomî dipeyivin! Dixwazin
ji şeliman paklawê çekin! Xwe dihetikînin! Gelekî eşkere pîvazan û astronomîyê
tevlihevdu dikin û vê yeke weke fekiyê Enedolê pêşkêşî kurdan dikin. Di
bahweriya wana de ku kurd hîna kurdên berê ne û wê bi çend tiştik û miştikan
bên ser rê…
Hinek
ol, hinek bertîl, hinek biratiya sexte, hinek zirtên serdestan tevlihevdu dikin
û ji wêna şerbetekê xapînok çêdikin. Serdest dibêjin; ev şerbetek çiqasî xweş e!
Lê li ba kurdan jî ev şerbet kafir kerafîye! Me malê xwe baş naskiriye,
şarlatanî îca nema tesîrê li Kurdan dike…