Rojî Hat Bi Xêr Hat
Bi xêr û selamet em dê di 8’ê vê mehê de, dest bi terewîhan bikin û rabin paşîvê. Di 9’ê vê mehê de jî divê em bi rojî bin!
Xweda ji niha de, ji me tevan bipejirîne.
Di hedîseke qudsî de Xweda wiha gotiye: “Rojî ji bo min e û xêra wê jî, Ez ê bidim.”
Me hêviye ji Xweda ku vê heyva pîroz bike sedema bexşandina me û li herêmê jî bike sedema aştiyeke mayînde...Di vê nivîsê de em dê danasîna rojiyê bi kurtayi bikin û behsê ji "rukn, netêwker û kefaretê rojiyê" bikin. Lê ez dixwazim berê giringiya meha rojiyê vebêjim.
Çawa ku Xweda, hin dever pîroz kiriye û perestinên li wan deveran û deverên din ji hêla xêran ve ne wek hev in, hin dem jî ne wek her deman e. Wek mînak; xêra perestina li Mekke û Medîneyê ji ya deverên din pirtir e.
Yek ji wan demên pîroz jî meha remezanê ye. Ji ber
ku ; “Ew Qurana ji bo mirovan
hîdayet, rêber û delîlên heq û batil ji hev dide alî, di vê mehê da hatiye
daxistin. 2/185” ev dem, demeke diyar û pîroz e. Him ji boneya şeva qedrê
jî di xwe de digre, ev yek girîngiyeke din dide vê mehê.
Pêxemberê Xweda (s.) wiha gotiye: “Gava
meha remezanê tê, deriyên bihuştê vedibin û deriyê dojehê tê girtin û şeytan jî
têne girêdan.”
Divê em timamê demên xwe bi baldarî û hişyarî biborînin lê bi taybetî di van demên diyar hê bêtir.
Danasîna
rojiyê, bi kurtayî:
“Ebu Umame (r.) dibêje: “Min ji qasidê Xweda pirsî; ey qasidê Xweda! Emrekî li
min bike (tiştekî wiha ji min re bibêje ku gava min ew kir, bila Xweda min
xelat bike). Resûlê Xweda (s.) wiha got: “Ez
şîret û penda rojiyê li te dikim, lewra hemtayê wê tune.”
Rojî bi Kurdî ye, siyam û sewm bi ‘erebî ne û bi wateya xwevegirtinê ne. Dema
Xweda, di Quranê de behsê ji Meryem dike, bi vê wateyê dihête bikaranîn; “Bixwe, vexwe, bila çavên te rohnî bin! Heke
tu yekî ji mirovan bibînî, -û pirsa vî kurrî ji te bike. Jê re wiha- Bibêje: Min, ji Xwedayê rehman re -rojiya-
nepeyivînê li xwe nezir kiriye; îro, ez dê bi tu kesî re neaxivim 19/26.”
Li gorî şer’ê; ji xweparastina ji tiştên mirov pê difitire re, bûya nav û bi
wateyê dihête bikaranîn. [1]
a) Rukn û netêwkerên rojiyê:
Rukun: Zanyaran, di du ruknên rojiyê
de hevalbendî û di yekê de nakokî kiri nin; yên ku tê de hevalbend in, dem û
imsak e. Ya tê de nakokiyê dikin jî, nêt e.
Netêwker: Tiştê bi qazî bighêjê
hundurê valaya bedenê, wek hundurê guh, gewrî û mîzokê (qulikên xwezayî). Lê tiştên rojiyê netêw nakin û xêra wê kêm
dikin jî hene. Wek; paşgotinî ûhwd. Divê haya meriv ji wana jî hebe!
b) Kefaretê rojiyê:
“Çend rojên bi jimar e (ango; rojên
rojiyê hindik û bi jimar e. Xweda, ji bo stubariya we kêm bike û dilovaniyê li
we bike, rojîgirtina dewamî li we ferz nekir). Kî ji we nexweş be, an rêwî be, bila (bi qasî rojên ku xwariye) di rojin din de, qeza bike. Kesên ji ber
kalîtiyê (û nexweşiyê) nikaribin
rojiyê bigirin, divê fidyeyê bidin belengazekî. (Fidye bi qasî têrxwarina
belengazekî ye). Kî ji vê zêdetir
(bi dilê xwe) xêrekê bike, ew jê
re hê çêtir e. Ger we xêra wê ya mezin zanîbana, (digel zehmetiyan jî) rojî girtin, ji we re (hemin) çêtir e. (Ango; we xêra rojîgirtinê
zanîbûna, ji fitrandin û ji rojîgirtinê, di gel azar û cefaya wê, we dê rojî
bigirta.) 2/184 ”
Kefaret, azadkirina koleyekî bawermend e. Heke
koleyekî werengî peyde neke, dê du mehan li ser hev rojiyê bigire. Heke
nikaribe vê jî bike, dê şêst feqîrî têr bike, ger nikaribe vê jî bike, di
hûstiyê wî de dimîne. Dimîne ew û Xwedayê xwe…
Me hêviye ku rojiya me, li gorî şêwaza; “Bêguman
rojî, mertal e. Mirov xwe pê ji dojehê diparêze.” ji gunehên me î borî re
bibe kefaret û me ji kirina gunehên nû jî biparêze…
*****TÊBINÎ*****
[1] - Muxnîl Muhtac Şêx Mûhemmed Şirbînî el- Xetîb Berg:1 Rûpel: 420