Ramûsanên Pêtî

KÖŞE YAZISI

Sernivîsek çawa bavêjim ji bo te

Bi vegotinek çawa te vebêjim

 Bi kîjan pênûsê

Li kîjan lênûskê

Ez te çawa biresimînim?

Bi destên bi salan ji te dûrketî

Yan bi vî dilê bi te gihîştî?

 

Vay dîsa ramûsan li hev kom bûne

Pêtan di nav xwe de dirijînin

Dixwazim bi wan re derkevim şevînê.

 

Li kêleka çemê evînê

Daxwaz dikim birqeke ji te

Ristikekê ji ramûsanên te

Çêkim û têxim stûyê salên bêyî te.

 

Dilxwazim janên jîndar tev bikujim

Nebînim tu car gerasîskên ji hestan

Û bes rûqalî tenêtiyê bibim

Heta ku bigihîjim xwêdana pevrebûnê.

 

Ez ê li ser delavên çeman kulîlkên awirên te biçînim

Û  li ser rûyê erdê kûzê romantîzmê bişikînim.