diorex

Quran û Xwendin!

Quran û Xwendin!

Mîna rojiyên berya vê rojiyê, mixabin di vê rojiyê de jî tiştên kû min ji zanyarên olî û ji cîvakê bihîstiye ne guhertî bûn. Bê istisna, hema hema di her mizgeftê de( ne her roj be jî), gotinên di pend û xutbe yê di rojên hînê de ku dihate kirin wek; “ev meh meha quranê ye, pêwistiya pirr xwendina quranê ûhwd”, me di vê rojiyê de jî bihîst, weke ku berê jî wiha dihate gotin.

Ma bila ev neyên gotin? Ma divê neyên gotin? Di meha rojiyê de, ew meha ku jê re tê gotin meha quranê, gotina pirr xwendina quranê neyê gotin ma wekî dî, wê çi bê gotin. Belê, hilbet dê qala van tiştan bibin, em ne li hemberî vê ne. Lêbelê em li dijî, gotina “bixwînin, û ne diyarkirina; lê divê bi çi awayî bixwînin e. Em li hemberî vê şêwazê nin…

Di vê rojiyê de dîsa ji civatê hina digotin, me 5-10 cuz xwend, 10-15 cuz xwend, hetta yên digotin min di rojekê de xitmek kir jî hebûn. Bes tenê digotin me xwend…

Carekê, gotina vî tişta di xala ixlasê de tengesar e…Tu vê bihêle, Xweda biparêze divê hinek, rîska “bûyera riyayê û ji bo bila bibêjin” bi bîra wan bixe…

Xwendin… Bixwînin… Min xwend…

Ma gelo, dema kesên ku dibêjin; “Min xwend-ez dixwîn im”, hayîdar dibe ku, divê pêwendî û ragihandineke çawa di navbera wî û quranê de hebe? Ango dema kesekî kû dibêje min quran xwend- xitim kir, dizane ku dikeve bin berpirsiyariyeke çawa? Mînak; kesê, ihtarnameyek ku ji dadgehê jê re hatiye bixwîne û li xwendina xwe mukur jî bê û li gorî wê nemeşe û ji ber ku guh nedaye wê ihtarnameyê jî çewtîtiyek kiribe û hatibe dadgehê, êdî tiştekî wî ku kanibe bibêje, bide ber rûyê xwe û xwe di paş wê de veşêre dimîne?

Em quranê dixwînin, zilmê dikin. Em quranê dixwînin, di bazirganiya xwe de derew û xapan dikin. Em quranê dixwînin, heraman dikin. Em quranê dixwînin, nimêja me; me ji xirabiyan dûr nake. Quran tête xwendin, azar û cefaya di nava malbatê de naqede. Quran tête xwendin, lê hêjî ciwan xwe dikujin. Quran tête xwendin, lê di rojiyê de jî waye li xaka îslamê xwîn diherike.

Ditirs im ku me ew daraza; “Pirr xwendekarên quranê hene ku quran la’netê li wan tîne” ji bîrva kiriye. Belê, ew quranê dixwînin, lê gelo quran jî wan dixwîne? Ev tiştekî bê biniye… Di vir de ez dê li ser bêjeya “Quran” û dixwîn im “Eqreû/Qeretû” nesekin im, têkiliya di navbera van herdu bêjeyan de nebêj im. Xweda hezbike di nivîseke din de. Di vê nivîsa me de, mijara em li ser rawestin; reng û şêwaza ku divê quran werengî bihête xwendin e. Em dixwazin ku vê yekê hinekî vepejirînin.

1- Divê em piştî e’ûzû bi bismillahiyê dest bi xwendina quranê bikin.

Li gorî ola îslamê, despêkirina timamê karê meşrû bi bismillahiyê sunet e. Ji ber vê yekê divê piştî e’ûzû bi bismillahiyê dest bi quranê bihête kirin. Dema yek quranê bixwîne, divê xwe bi Xweda biparêze da şeytan û mirovên di rêya şaş dene, ji fêmkirina quranê re nebin asteng.Gava tu bixwazî Quranê bixwînî; (pêşî) xwe ji (şerê) wî şeytanê qewitî bavêje ber nîgaha Ellah! 16/98” Ango bibêje: Ez, xwe ji neqenciya wî şeytanê qewitî tavêm dergah û nîgaha (hifza) Xweda.

2- Divê em bi hizrîn û ramîn quranê bixwînin.

Xweda teala di kîtaba Xwe de, diyariya pêwîstiya “çawa xwendina quranê” kiriye.Ew kesên ku me kitêb dane wan (hin ji wan hene ku) bi heqê xwendinê bi rastî dixwînin lewra baweriyê pê tînin. Kî, pê kafir jî bibe, ha ew in yên ku ziyan kirine. 2/121” Ji ber vê yekê divê xwendina kîtaba Xweda li gorî daxwaza Wî be û divê em pêwistiya wê yekê bi cih bînin. Dema weke ku hatiye xwestin divê bihête xwendin çawa ku hat gotin; divê hizirkirina li ser ayetan, fêmkirin, hiskirin û dannişana di jiyanê de jê bihête fêmkirin.

Em dê nuha bendên xwendina quranê bi hizrîn û ramîn divê çawa be ji we re şîrove bikin.

a) Divê bi fikrîn bihête xwendin: Quran ji bo fêmkirina hin rastiyên Xwedayî, şîreta fikrînê li mirovan dike.

Fikrîn; raweya bibîranîn, fikrandina li ser tiştekî û xebitandina hiş e. “…Her wiha Ellah ayetên xwe ji we re eşkere dike da ku hûn (di wan de) bifikirin. 2/219-266”  

Xweda teala di quranê de behsê ji baran, ajal, şîr, xurme, tirî û mêşa hingiv dike[16/65-69] , wekheviya xew û mirinê mînak dide[39/42] û mirovan vedxwîne fikrîna li ser vana. Ji bo vê sedemê dema meriv ayetên kîtaba Xweda xwend, divê meriv bi fikrîn û bi ramîn bixwînin. Çimkî ew ayetên neyên fêmkirin û di wateya wan de neyên fikrîn, dê nikaribin mirovan ji şaşiyan vegerîne, ev yek dê bê derfet be.

b) Divê bi tedebur û tezekur [1] bihête xwendin, an na tu sûd dê ji quranê neyête wergirtin. Li gorî me, kesên ne fikire, dê (ji bilî xêra xwendinê) ji quranê tu sûdê wernegire. Ji ber ku Xweda di kîtaba xwe de gotiye; tenê yên hişpak dê bikaribin bifikirin û şîretan werbigirin.

c) Divê em bi hiş bixwînin: Xweda teala şîreta bi hişdarî xwendina quranê kiriye.[2] Xweda teala di ayetên quranê de, ji bo kesên hişê xwe bixebitînin re gelek mînakên cuda şîrove kiriye. Ji ber ku quran kîtabek Îlahî ye, bang li kesê xwedî dîtin û hiş dike. Wek mînak; di ayetên quranê de, ji kesên hişpak re (ûlul Elbab), ji kesên xwedî dîtin re (ûlul Ebsar) û ji kesên xwediyê hişê selîm re jî (ûlun Nuha) dihête gotin.[3] Digel banglêkirinê, wan ji xwe re dike muxatab jî. Di vê banglêkirinê de ji kesên wiha re rûmetek jî heye!

Yek ji wan mijarên quranê yên girîng jî xebitandina hiş e. Kesê bal û dêhna xwe ne daye vê yekê, tixûb li dor hiş danîne û bi wî rengî hiş qeyd kirine. Kesên di wê rewşê de ne, ayetên ku xebitandina hiş şîret dikin nedîtine an nexwestinin bibînin û tenê ayet a “Ma te kesê hewa xwe ji xwe re kirye îlah dîtî? Ma qey tê jê re bibî nobedar![4]” dîtine. Lê sed mixabin ku li pey çûna hewayê û xebitandina hiş, ji hev gelek dûr û cuda ye.

3- Divê em tedrîcîtiya quranê li ber çav bigrin û bixwînin.

Quran a pîroz kîtabek ku hema hema di 23 salan de hatiye-timam bûye. Hin ayetê wê di demên artêş-cengê de, hin di dema aşîtiyê de hatiye. Hin ayetê wê li Mekkeyê hin li Medîneyê li gorî bûyerê qewimî hatiye. Ayetên wê, darazên îtîqadî, kiryarî û rewiştî di xwe de digre. Quranek ku mijarên wiha berfireh di xwe de digre,  ji bo ku qenc bihête fêmkirin divê rêgez û mercên tedrîcîtiyê neyête paşde dayin.  Quranê, di guhertina kesan û civakê de mercên tedrîcîtiyê wek bingeh pejirandiye.

Kesên bi vê şêwazê nêzî quranê bibin, divê ayetên wê hindik bi hindik, yek bi yek fêmbikin û bixwînin.

Heke wiha bihête xwendin, qedexebûyina wan kiryarên zirarê dide kesan û civakê piştî derbasbûna di çend qonaxa re, dê derkeve holê. Wê gavê ev mijar dê xweşik zelal bibe û her kes dê fêm jî bike. Mafdariya quranê ya di van qedexebûnan de jî dê were peyitandin.

Heke wiha neyête xwendin, ayet-cuz di sê-çar rojan de bihête qedandin, dê ayetên quranê kêm an şaş bihête fêmkirin. Divê em wê di demek wek salek an du salan de, li gorî temtêl û rêza nazil bûye bixwînin, da em qenc û xweş fêm bikin. Piştî quran hete fêmkirin, îcar hûn çiqasî dixwînin bixwînin!

Ji Eba Eyyubê Ensarî hatiye pirsîn; hûn çawa quranê dixwînin? Gotiye; “ji rûpelekî heta em derbasî rûpelê din dibin salek an du sal derbas dibe. Di dema pêxember de (s.), piştî ku me ayetek di jiyana xwe de bi cih dikir hê paşê em derbasî ayetek din dibûn.

Ew dem û rojiyên derbasbû çû, lê ji vê û pê ve; Xweda xwendineke wiha bike para me jî. Amîn…

@MBHedbi

*****TÊBINÎ*****

[1] - Muhammed;24. Îbrahîm;52. Qemer;17,22,32,40. Tewbe;126. E’raf;3. Neml;62. Beqere;269. û Alî ‘Imran;7.
[2] - Beqere;269. Alî ‘Imran;7. Ra’d;19. û Zumer;9.
[3] - Alî ‘Imran;13. Heşr;2. Taha;54. Hûd;51. Beqere;44. Enbiya;10,67. Mumînûn;80. Qeses;60. Alî ‘Imran;65. En’am;32. E’raf;169. Yûnis;16. Yasîn;62. Saffat;138.
[4] - Furqan;43.

 

Yorum Yaz