Makezagon:Nûbûn û Pêşeroj

KÖŞE YAZISI

Ji berk u çareser kirina pirsgirêka Kurdî roj bi roj xwe dide pêş, ji her alî ve her roj şêwazên cuda tên nîqaş kirin. Li Tirkî Kurd, dixwazin makezagoneke nû çêbibe û xwedî statu bibe. Ji ber vê yekê li her deverên Tirkî û Kurdistanê sempozyûm û panel tên lidar xistin bo avakirina makezagoneke nû. Îdî hemî derdor tîne ziman ku Makezagona 12ê Îlonê tenê ne kirasekî teng e, ev kiras qetîyaye û rizyayîye. Yek ji van sempozyûmanan li Mêrdîn hat li darxistin, di 24-25 Adarê de.

Belê bi vî navî sempozyûmek li Zanîngeha Artûklû hat li darxistin û du roja domîya. Ev sempozyûm bi pêşewatîya Komeleya Lêkolînên Rojhilatî û bi alîkariya zanîngehê hat bi rêve kirin. Bêgûman alîkariya Rektorê Zanîngeha Artûklû Birêz Serdar Bedîî Omay rûmetdar e û ev rastî ji hêla serokê komelê Birêz Ahmet Erkol û beşdarvanên sempozyûmê gelek caran hat ziman.

Cergî zanîngeha Artûklû hatîye damezradin û bi taybet ku rektorê wê bûye Birêz Omay hejmara van sempozyûmên werê roj bi roj zêde dibe, wekî mîna xelekê merbetan carê yek pêve dizelîqe û zanîngeh li ser bingehek ilmê civakî hîn jî xurt dibe.

Di nava raya demokratîk û aştîxwaz de gelek ronakbîr û mirovên zanyar tevlî vê sempozyûmê bûn. Hin sîyasetmedarên Kurd jî beşdar bûn lê yek ji wan hebû ku bi hatina wî vebûna sempozyûmê hîn watedar û coş bû. Ev mirov Şaredarê Bajarê Mezin Yê Amedê Birêz Osman Baydemîr bû. Gava ku Birêz Baydemîr kete derîyê salonê hemî kes rabû ser nigan ew li çepika xist…

Sempozyûm bi axaftina Serokê Komela Lêkolînên Rojhilatî Ahmet Erkol û Rektorê Zanîngeha Artuklu Birêz Serdar Bedîî Omay vebû.

Rûniştina Yekem bi serokatiya Birêz Rojnamevan Cengîz Çandar destpekir. Gava  kesên ku li salonê ne bi Kurdî û Erebî silab kir Birêz Çandar bi çepikan ve hat bersivandin. Dûre axaftvanên wekî Osman Baydemîr, Fazil Husnu Erdem û dîplomatê malnişîn Akin Ozçer li cihên xwe rûniştin. Akin Ozçer, ku pisporê pêvajoya çareserkirina pirsgirêka ETA li Îspanya ye, di vî warî de ramanên girîng anî ziman. Ozçer ragihand ku piştî sala 1970î ku îktîdara Franko bi dawî bûye, pêşveçûnên demokratîk bi saya Qral Karlos destpê bûye. Partîyên sîyasî gîş hatine bahev û li hev kirine. Dûre metneke Makezagonî derketîye û divê metnê de têgehên wekî ‘Zimanên Îspanya, ne zimanê Îspanyayî’ cih girtiye.Ya girîng ew e ku bi zimanê Îspanyolî re zimanê civakeke Îspanyayê jî wekî zimanê fermî hatiye pejirandin. Ya din jî bi ala Îspanya re ala civakê jî li ba dibe û ev yek nebûye sedemê perçebûna Îspanyayê.

Li dû Akin Ozçer, mafê axaftinê Birêz Prof. Fazil Husnu Erdem girt. Birêz Erdem pisporê Makezagona ye û di vê dema dawî de pirtûkek wî bi navê ‘Makezagonên Tirkî û Pêşniyarên Makezagonî’ gihaştiye xwendevanan. Di pêşîya axaftina xwe de birêz Erdem pirseke îronî kir:

“Ji bo ku li Tirkî jî pêvajoyeke demokratîk destpê bibe ma qraleke mîna Karlos ji me re pêwist e?”

Dûre Birêz Erdem li ser tecrûbeyên Dewleta Osmanî rawestiya û got ku di vê demê de her deverên Osmanîyan xweser bû. Deverên wekî Bogdan, Eflak, Kurdîstan û hrw xweser bûn lê ev yek dibû sedemê xurt bûna Osmanîyan. Ev 80 sale çi qewimîye ku kesên Komara Tirkî damezradina xwedî tirs û metirsîyên sîyasî ne?  Gava ku demokrasî kur û fireh bibe wê çaxê bilêv kirina daxwazên herêm kî hêsan bibe û tirs û xof wê ji holê rabin.

Di nava çepikan de Şaredar Osman Baydemîr dest bi axaftina xwe kir, ji hemî kes bi bêsebrî li benda axaftina wî bû. Cîgira Şaredariya Qoser Birêz Şerîfe Alp jî wekî mazûban hevaltî bi Osman Baydemîr re kir. Baydemîr bi Kurdî, Erebî, Suryanî û Tirkî mêvan silab kir. Axaftinek herikber kir û car caran mirov ramand car caran jî hestên wan tenik kir. Bi taybet li ser sekinandina xwîna ku diherîke rawestiya û bang her derdoran kir wê heta kengî ev şer can’an ji nava me bibe. Baydemîr ragihand ku di van operasyonên dawî de şeş polîsên şerê taybet û şeş şervanên PKKê jîyana xwe wenda kiriye û bi vê yekê pir diêşe. Got ku “Ez mirovekî bawermendim û aminiya min bi Rebbê Alem heye. Ji bo Xwedê, ji bo Mûhemmed û ji bo Îsa bila ev şer bêrawestandin. Tu fikr û raman ji canê însana negirîngtir e.” Baydemîr ragihand ku di dibistanan de Kurdî bibe zimanê bijarte wê pirsgirêk ji bingehîn çareser nebe û daxwazên Kurdan wê bidome.

Di Rûniştina Duyem de mijarê ‘Bi Ol û Zimanê xwe Hemwelatiyê Makezagonê’ hat nîqaş kirin. Seroktiya vê rûniştinê Birêz Şah Îsmaîl Bedirhanoxlu ku Serokê GUNSIADê ye, kir. Axaftvanên vê rûniştinê  ji Zanîngeha Artuklu Birêz Kadrî Yildirim li ser qada ziman axivî û ji Zanîngeha Dîcle Doç Dr. Vahap Coşkun ku li ser Hemwelatiyê di Makezagonê de rawestiya, bu. Her du axaftvanan jî di axaftina xwe de nerînên girîng anî ziman û dûre pirsên guhdarvanan bersivandin.

Di roja duda de sempozyum bi mijarê ‘Pergaleke Makezagonî ya Azadîhez’ domîya. Di vê rûniştinê de Serokê Baroya Mêrdîn Azad Yildirim seroktî kir. Axaftvan jî ji Rojnameya Tarafê Ronî Margulîes, Serokê Komela Mafê Miravan Ozturk Turkdogan û Serokê Mazlum-Derê Ustun Bol bû. Sempozyum bi Runiştina Çarem qedîya. Serokê vê Rûniştinê Rojnamevan Alî Bayramoglu bû. Axaftvan jî Serokê Baroya Amedê Mehmet Emîn Aktar, Wekîlê AK Partî yê Amedê Galîp Ensarîoglu, Wekîlê BDPê Sirri Surreya Onder û Serokê HAKParê Bayram Bozyel bû