Ma Ji Şeliman Peqlawe Çêdibe?

Di civak, siyaset, zanist û
xwezayê de hinek tişt ji hinek tiştan çêdibin. Ev çêbûn di eslê xwe de
pevajoyeke xwezayî û civakî ye. Hinek kes bixwazin nexwazin jî, di vê pêvajoyê
de, çêbûn realize dibe. Hemû beş, kereste, pîvan û avaniya vê çebûnê gelekî
eşkere derdikeve pêşiya mirovan. Pişti gelek tecrübe, ked, xebat, zanebûn mirov
dizanin ku çi ji çi çêdibe. Ev çebûn di kîjan konaxan re derbas dibe, çawa tê
parzûnandin, formasyona xwe çilo digire, hemû pevajo gav bi gav tê zanin.
Çavderiya vê pêvajoyê bi metodên zanistî, bi zanebûnek teorık, bi jêhatbûneke
pratik û bi sebreke mezin hatiyê hûnandin. Ev pêvajoya hanê avaniya xwe li ser
zanista civak û xwezayê avadike…
Belê, ji bona mînak em bibêjin;
ji tirî doşav (dims), şerab, bastêk, mewij, benî çêdibin lê belê mast ji tirî
çênabe! Weke ku tê zanîn mast ji şir çêdibe, dew ji mast çêdibe lê ji mast
doşav (dims) çênabe. Mirovek çiqası bixwaze jî, an nexwaze jî, ev minakên ku me
li vir anin ziman realize dibin an jî realizebûna wana ne pêkan e. Ango hinek
tişt ji hinek tiştan çêdibin. Kesek çiqası xwe biêşine jî, hemû derfetên xwe jî
bixe nava tevgerê, ji mast nikare dimsê çêbike. Mirov dikare mast û dims
tevlihevdu bike û qatixeke xweş jê derxine. Lê ji mast dims çênabe. Gava ku
mirov kimyavan be û ne simyavan be, ev pêvajo bi wextê re wê têk biçe.
Tenê bi metodên sihirbazî û mırov
xapandinê, ji bona demeke kurt, mirov dikare weke ku ji mast dims çêbuye bide
nişandan. Ev di eslê xwe de û di dawiya dawî de mirovên nezan dide xapandine,
lê mirovên zana bi vê yekê nayên xapandın. Ji ber ku zanist û aqil vê yekê napijirîne.
Tenê bi metodên şarlataniyê mirov dikare hinek mirovan ji bona demeke kurt
bixapine. Xapandin, weke ku tê zanîn di demê de tıxubkiriye. Gava ku berf dihile
û dinya sayî dibe, ev xeletî, ev ne rastî û ev xapandin gelekî zelal derkevin
ber çavên mirovan.
Dîsa ji bona mînak; ji şelima
peqlawe çênabe! Ev jî rastiyek e. Dibe ku mirov ji şeliman gelek xwarin û temtîtkan
karibe çêbike lê ji şeliman peqlawe çêkirin tucara ne pêkan e! Gava ku mirov
hewl bide ji şeliman peqlawe çêbike, di encam de peqlawe çênabe lê kafirkerafî
çêdibe! Ango xwarineke ku qet nayê xwarin derdikeve holê. Di eslê xwe de ev ne xwarina
ku mirov bixwin, ji ber ku tam tê de tuneye. Ma tama peqlawê û tama kafirkerafî
dibe weke hevdû?
Ji rewşên wilo re Kurd dibêjin;
xelef, keda wî çû bertelef!
Belê, bi rastî, bi rastî ji hinek
tiştan hinek tişt çênabin. Minak; ji dagirkirinê, ji qirkirinê, ji asimilasyonê
û ji kolonyalizmê demokrasî, mafê mirovan û azadî çênabe. Bi tund û tijiyê
pirsa demokrasi û azadî çareser nabe. Hêstir tucaran nazên! Ji mislimanên
sextekar demokrat çênabin! Ji kurtêlxwiran welatperwerên bibîr û bibahwer
çênabin! Ji sermezinan, ji serkundiran rêveberên siyasî çênabin! Ji nezanan rewşenbîr
çenabin! Ji mirovên xesandî zarok çênabin! Ji mirîyan zindî çênabin! Ji qerpal
û nekirkêran dinamizm çênabe! Ji jêhrê hingiv çênabe! Ma ji kirkidanan
govendgêr çêdibin lo?
Belê, jî hinek tiştan hinek tişt
çênabin. Eşkereye ku ji şeliman jî peqlawe çênabe. Ev jî rast e. Ev şibandinek e,
ev metaforek e. Heger mirov bixwaze vê rastiyê di wextê xwe de bibine, wê gavê
keda mirovan bertelef naçe. Lê ku mirov vê rastiyê di wextê wêna de nebine û li
ser tehtan bixwaze cot bike, wê keda mirovan bi rastî bertelef here.
Ez baş dizanim ku ji şeliman peqlawe çênabe. Rastîya bêşik ev
e. Lê hinek Kurdên me dibêjin ku me formula vê yeke pêde kiriye. Hinek ji me bi
duv vê formülê ketine lê nizanin bê ev formül li kuderê veşartiye. Hinek ji me
li ezmanên hefta li vê formüle diğerin, hinek daketine binya heft tebeqên erdê,
hinek li ser pişta gamasî sıwarbûne û di okyanusan de li vê formüle diğerin.
Hinek ji me li ser pişta Teyrê Simir siwarbûne û li dinyayê diğerin. Lê heta
nûha kesî ev formül nedîtiye.
Veca, Kurdê ku vê formulê bibîne
wê Swedî Xelata Nobelê bidin wana. Lê wê Kurd çi bidin wana bi rastî ez nizanim!
Bi saloxan dibêjin ku ev formul li Ruhayê li “Göbeklitepe” ango li “Xerabreşik”
veşartî ye!
Ez rica ji we dikin ku Kurdên
sermezin û serkundir vê yekê nebihizin. Heger ev yek bêye bihistin wê
serkundir, serqelew, sermezin bikevin dorê û biçin tewafa”Xerabreşik” Heta bahwer
bikin ku xeta otobusên geştûguzariyê, ji bona ku deng bi wana bikeve, wê
sermezinên Kurdan belaş bibin vê xaka piroz! Reklam her reklam e, çi baş û çi
xerab!
Veca, ez di bextê malmezinên Kurdan
de me, navnîşana formula “Xerabreşik” ji sermezinên Kurdan re nebêjin! Ya na wê
keda salan bertelef biçe…