Kurd Çima Naxwînin?

Xiyala xwe bidin civaka Kurdan li
Bakurê welêt, hınekî ji xwe re biponijin, li derdora xwe temaşe bikin û destê
xwe deynin ser wijdanê xwe; bi rastî hûnê wê gavê pêrgî rastiyên civaka me yên ku
tehlin, him ji bona xwe û him jî ji bona mirovên Kurd bibin. Weke kurdperwerekî
hûnê çawa van rastiyan şirove bikin? Ma gelo seqa li gora heqa ye? Hûnê li
derdora van rastiyên civaka me li hev bigerin, nêzikî hevdû bibin û helwestên
mirovên Kurd bixwazin veşer in an na? Hûnê ser tiştan, pirs û pirsgirêkan bixwazin
binuxwimînin an na? Hûnê bixwazin rastiyan berovajî tranformeyî nava siyasetê
bikin an na? Hûnê bixwazin bêdeng bimînin an jî hûne bixwazin bi rastîyên
civaka xwe re rû bir û bibin an na?
Belê, di civaka me de tu ji kê
bipirse; wê ji were qala giringiya ziman û kultura Kurdan bikin. Wê ji mirovên derdora
xwe re qala giringîya zimanê dayikê bike. Bêşik wê qala zimanê perwerde bi
Kurdî bike, wê qala nasnama Kurdan bike, wê qala edebiyata Kurdan bike, wê li
ser Ehmedê Xanî, Feqiyê Teyran, Melayê Cizîrî,
Cegerxwîn û Tirêj ûhw çawaleke gotin bibêje. Wê qala giringiya axavtin û
nivîsandina bi Kurdî bike. Wê bi dengekî bilind bibêje; ku zimanê Kurdi winda
bû, an jî hate jibirkirin, ku Kurd ji aliyê ziman de asmilê bibin, wê doza gelê
Kurd vemire, nemine, ûhw.
Lê di vê navê re zimanê Kurdi
çiqasî tê axavtin, kedkarên zimanê Kurdi di nava civakê de çiqasî xwedî qîmetin,
civak çiqasî li nivîskarên xwe guhdar dike, çiqasî berhemên wana dixwîne, ev
helwest jî baş nayê niqaşkirin. Di vê mijarê de bêdengîyeke xaîn li pêşberi me
ye. Ev bêdengî divê were qelişandin û Kurd ji hevdû hesaban bipirsin. Em bi
hevre dikarin çi bikin? Rêxistinên siyasî, yên sivil, rewşenbir û niviskar,
weşanger dikarin bi hevdû re çi bikin? Ma em hemû bi hevdû re ne hewcedarên
Platformên Kultur û Zimanê Kurdî ne? Hevkariyeke madî-manewî emê çawa bikaribin
organize bikin?
Divê ev pirs û çareseriya wana bi
hevdû re û bi dildarî bikevin nava rojeva Kurdan.
Belê, ne ku ez dixwazim
nostaljiyê derxinim pêş, lê belê nifşê siyaseta Kurdi ku beriya 12 Îlonê çalak
bû, bi rastî jî aliyê xwendin û niqaşên fikrî de gelekî li pêş bûn. Qayîş û
berberiyeke fikrî û teorîk hebû. Her kesî dixwend û beşdarî niqaşên ramanwerî
dibûn, zanebûn xwedî qimet bû, mirovên nezan nedibûn pêşeng, rêber, berpirs,
rêvebir. Vê helwesta hanê tevgera Kurdan pêş de dibir, pileya hişmendiya siyasî
û teorîk bilind dibû û bi hezaran berhem jî dihatin afirandin. Bi sedan pirtûk,
kovar, rojname dihatin weşandin, dihatin xwendin, dihatin belavkirin, dibûn
zanebûn û di nava siyasetê de cihê xwe digirtin. Çalakvanan ev berhem bi careke
re -tev rastî û şaşiyên wana- dadiqûrtandin û derdiketin mazata xebata siyasî û
rewşenbîrî.
Lê îro li Bakurê wêlet qelsiyeke
xwendin û axavtina bi Kurdî heye. Rewşa Kurdan xerab e. Kurd ji nirxên xwe yên
bingehin bidûrdiketine. Di rewşeke wilo de bi tevahî tişt tên gotin lê ev gotin
bi pêwistî nayên bi cih kirin. Çewçew ketiyê rojeva civaka Kurdan û qimeta
zanabûnê jî nemaye. Cahil şîretan li rewşenbîr û nivîskaran dikin! Ango gelek
tişt berovajî bûne.
Berê dihatê gotin ku zanebûn
desthilatdariye, nûha dewlemendî û nezanî bûye desthilatdarî. Nûha berjewendîparêzî
û şelefî bûye desthilardarî. Her kes bi qasî şelefî, nezanî û dewlendiya xwe
bûyê xwedî gotin. Canbazîya siyasî û sivikbûna civakî bûnê sixletên sereke di
xebatên rewşenbirî de. Yên ku perê wana hebin di her warî de quretiyan dikin,
derfetên siyasî bi destdixin, yên ku şelafiyan dikin jî nanê xwe di nava
satilên hingîv dadikin.
Ango aşê me çûyê û em jî bi dûv
çeqçeqê ketine!
Veca, Kurdperwerîyeke bê zanebûn
û bê helwestên etîk nikare bi hûtên Rojhilata Navin re têkeve nava berberiyeke
sîyasî. Di vê tevgirêdanê de civaka
Kurdan divê nirxên xwe yên dîrokî, civakî, kulturî derxinê pêş û li wana bi
baldarî xwedî derbikeve. Xwe li miqabilî bahozên asîmilasyonê ragire. Ji bona
jîyan û siyaseta Kurdî, nirxên Kurdperwerîyê ji xwe re bike bingeh. Pêşî devê
derîyê mala xwe, nav mala xwe paqij bike û ji mirovan re bibe mînak. Dûra jî, bêşik
û mitale divê mertalê Kurdan ji bona pêşeroja welêt nirxên Kurdperweriyê bin.
Ji ber vê yekê, Kurd divê
bixwînin, divê bi hevre biaxivin, divê canbazî û şelefî ji nava Kurdperweran
bar bike. Divê zanebûn û taybetmendiyên erenî bibin nirxên sereke di nava
siyaseta Kurdperweran de. Divê em hemû bi hevrê rê û rêçikan li ber Kurdên jîr
û jêhatî vekin. Xwedî li wana derkevin. Divê em hemû bi hevdû re, hevbeş û
bêcudakirin xwedî li nirxên welatê xwe derbikevin.
Di Kurdperweriyê de divê hesûdî,
zikreşî, bêbextî tüne be. Siyaseta ku qerpalî be û li ser nirxên neyenî ava
bibe ne bi kêrî xwe tê û ne ji bi kêrî doza welatê xwe tê. Di siyaseta
Kurdperwerde quretî û qerpalîbûn, nirxên neyenî asta siyaseta Kurdan nizm dike.
Siyaseta ku bingehê xwe ne li ser zanebûnên ekonomî, kultur, ziman, dîrok,
felsefe, edep, bajarvanî, îdarî, hûqûqî bigire, civaka xwe baş nasneke wê di
pêşerojê de nikarıbe biserketi be. Em hemû dizanin û dibêjin ku siyaset ne ji
bona listikên siyasîye, siyaset ji bona çareserkirina pirsgirêkên civakî ye. Rastîyan
û encamên siyasî di dîrokê de heta nûha wilo formata xwe girtine. Ji ber vê
yekê divê Kurd xwe di her warî de têkûz bikin, divê bixwînin, derdora xwe bibinin,
xwe nasbikin, baş li hevdû guhdar bikin, xwedî li zanebûnê derbikevin û qimetê
bidê nirxên sivilayetî û hemdemî.
Di vê tevgirêdanê de medya Kurdî
xwediyê roleke sereke ye. Medya divê pirsên civakî derxîne rojev e. Divê pirsên
kulturî derxine pêşberî mirovên Kurd. Divê kovar, malper, weşanxane, rojname,
tv ji bona ku xwendinê pêş de bibin çalakîyan watedar bikin. Programan li darbixînin.
Divê pirtûk werin danasin, niqaşkirin, stratejı werin formulekirin, bi nivîskaran,
mamosteyan, rewşenbiran re gotûbêj werin kirin. Divê Kurd fikir û ramanan di
nava xwe de baş niqaş bikin, ne listkên sîyasî û êrişkirinên şexsî.
Heger ku em wilo bikin, wê magazina
siyasî li himberî mezinbûna doza Kurdan gav bi gav, roj bi roj biçilmişe û asta
siyaseta Kurdan berz bibe. Wê gavê emê têkevin ser rêya ronahî û sivîlayetiyê.
Ji bona ku em bigîhêjin vê
encamê, divê em xwendinê stîmule (teşwîq) bikin, qimet bidin zanebûnê, fikir û
ramanan niqaş bikin, derfetan pêşkêşî mirovên jêhatî bikin û rê li ber
Kurdperweriyeke jîr vekin.