Îroj Cejn e!
Rojên cejna rojên kêf û şahiya ne. Rojên bexşandinê ne. Nexasim heke meriv erka stûbariya xwe jî bicih anîbe û gihajtibe van rojan, cejn û şahiya mezin ew e.
Lê mixabin di rojên cejnan de jî dengê teqînan ji erdnîgariya me dernakeve. Ev teqînana her roj pêk tên. Lê sosreta mezin ew e ku di rojên cejnên misilman de jî; “bi navê îslama pîroz”, li devê mizgeftan teqîn pêk tê û insan dimrin. Me hêviye ku ev kevneşopa îthal di demeke nêzîk de ji erdnîgariya me derkeve.
Îroj cejna boraqê ango cejna heciyan e. Çawa ku hecî cil û bergên xwe ji xwe dikin û dikevin îhraman; her wiha divê di derûniya xwe de jî rewiştin kirêt ji xwe bikin. Bi kêmasî divê meriv rewiştên gurîtî û rovîtiyê ji nefsa xwe bike û divê meriv di derûniya xwe de, îhramekê ji hezjêkirin û rastiyê li nefsa xwe bike.
Heke meriv xwe tenê bibîne û xwe biecibîne, dê cihan li meriv teng bibe. Wek mînak li erdnîgariya me, 76 milyon kes dijîn, divê meriv wan jî bibîne û binirxîne. Hezjêkirin humikê şidandî vedike.
Mihyedînê ‘Erebî dibêje ku; “Gerdûn li ser bingeha hezjêkirinê ava bûye.”
Ji Hz. Elî hatiye pirsîn ku, “Cejn kîjan roj e”? Hz. Elî gotiye ku; “Roja ku tu tê de gunehan nakî.”
Maka gunehan hesed û hirs e. Ev her du nexweşiyên derûnî tenê bi hezjêkirine tê tedawî kirin. Lê hezjêkirina bi rastî. Ma heke hezjêkirina Hz. Îbrahîm ne hezjêkirina rastîn ya ji dil bûya dê karîbûya kurrê xwe bikira boraq ji Xweda re.
Carinan hezjêkirina gel ji yekî jî dibe sedema hirs û hesûdiyê. Meriv dibêje; “Gelo çima gel ji wî kesî hez dikin û hesûdî bi meriv re çêdibe.” Lê di vê mijarê de û mijarên mîna wê de jî pirsa rastîn dibe ku ev be; “Çima gel ji min heznake, ew hêjayiyên ku di wî ciwanmêrî de heye û di min de tuneye çi nin?” Heke meriv bi rastî tevbigere û bersiva wan pirsan li gorî ûcdan bide dibe ku meriv jî bi serkeve û were hezkirin.
Hezjêkirin, hezjêkirin û dîsa hezjêkirin! Lê bê dek û dolab û bêyî ku hêviya berjewendiyan bihête kirin.
Divê di van rojan de meriv heta bikaribe li derûdora xwe miqate be, nexasim merivên xwe. Ji ber ku pêxember (S.) gelekî temya merivan ango sila rehmê kiriye. Sila rehmê heke ne bi hezjêkirinê be pêk nayê. Çimkî danasîna sila rehmê ji pêxember (S.) hatiye pirsîn; “Sila rehmê çawa ye?” pêxember gotiye ku; “Yê neyête bal meriv, meriv biçite bal wî ve, ev sila rehmê ye.”
Îroj jêdera gelek arîşeyan, helwesta pirtirkirinê ye. Di nava pirbûnê de jî; doza pirtirkirinê insanan heta dewletan gêrî newal û qadên şer û bêaramiyê dike. Çawa ku Xweda jî gotiye; “Pirtirbûnê hûn birin hîlakê. 102/1”
Divê em rehmê li hev bikin, li hev werin rehmê da yê li asîmanan jî li me we re rehmê.
Me hêviye ku Xweda dilekî qinyatkar bide me da em bi hezjêkirinê ji hesed û hirsê dûrkevin.
Pêxemberê (S.) me gotiye; “Wan rojan bi tekbîran bixemilîn in.”
Me hêviye ku ev roj bibe sedema ku em li xwe hay bibin û yekîti di nava me de jî çêbibe da jiyaneke bi adan û aramî konê xwe li rojhilata navîn û rûkala cihanê vegre.