Hingivê Me Şor Bûye.

Gava ku mirov destwerdanê di
hingiv de neke, tama hingiv ya xwezayî şêrin e. Hingiv di bingehê xwe de şêrine
lê tucara ne şor e. Pişti ku hingiv çêdibe, ji ber hinek sedaman, dûra dikare şor bibe. Lê taybetmendiya hingiv
şêrinbûna wîna ya, mirov, sûdê ji bona saxlamiya xwe jî hingiv digirin. Hingiv
him xweş e û him jî ji bona tenduristiya mirovan xwirekek neqandiye. Lê gava ku
hingiv şor bûbe, di vî mastî de mûyek çêbûye.
Hingiv wê gavê taybetmendiyên xwe
yên bingehin windakirine. Heger mirov bixwaze manipulasyonan bike, sixletê
hingiv biguhere, hingiv ji xwezayibûna wına bidurbixîne, tiştên ku tama hingiv
û ew li hev nakin bine cem hevdû, wê çaxê hingiv ji tama xwe ya xwezayî bidûr
dikeve. Hingiv wê gavê dibe tiştekî din. Wê gavê hingiv ji hingivbûna xwe
bidûrdikeve.
Ev jî bi rastî karê şarlatan û
sextekara ye.
Ji ber wilo jî divê hingiv weke
hingiv bîmîne. Em dizanin ku mêşên çalak hingivê xwezayî bêwestan çêdikin, kes
napirsê gelo kijan mêşê hingiv çêkiriye, çima çêkiriye, ango ezezitî di
çêkirina hingıv de tüneye. Di encam de berhemeke şêrin û ji bona tenduristiya
mirovan watedar derdikeve holê.
Belê. Ji bona Kurd û Kurdistanê,
di vê konaxa dîrokî–civakî de xeta netewayetî weke hingiv e. Xeta netewayetî ji
bona Kurdan taybetmendiyên hingiv di xwe de vedihewîne. Divê ev xet ji karê
sextekarî û şarlataniyê bidûrbikeve. Divê ev xet paqij û zelal bibe. Divê ev
xet ji berjewendî û kompleksên kesayetiyê bê şûştin. Ji ber ku mafên Kurdan yên
netewî hatinê binpêkirin, welat hatiyê perçekirin, nasnamê şelûlî bûye, zordarî
ketiyê şuna azadiyê, divê hemû hêz di xeteke netewperwerî de werin cem hevdû. Ji
bona armancên netewî divê hemû Kurdperwer xeta netewayetîyê di nava Kurdan de xurt
bikin. Xebat, listik, fedakarî, fen û canbazî ji bona bidestxistina post û
berjewendiyên taybet divê were rawestandin. Doza netewî divê li pêş be, ne ku sempati
û antipatiyên şexsî, ne ku kurtêlxwirî û nêçirvaniya derfetên demkî.
Em dizanin ku xeta netewperwerîyê
yêkrêzî di nava netewperweran de li ser Kurdan ferz dike. Bêyî yekrêziyê xeteke
girseyî di nava Kurdan de nikare pêş bikeve. Heta ku em xeta netewperwerîyê ji
ditinên û kompleksên beradayî paqij nekin, ev xeta netewî nikare li ser
bingehekî saxlam ava bibe. Divê qirş û qal ji nava siyaseta netewî bêne
safîkirin. Dîtin û kompleksên ku Kurdan ji hevdû de bidûrdixinê, keda wana
bertelef dibe, cemidandinê dixe nava civaka Kurdan divê nekevin rojev e.
Di vê tevgirêdanê de armanca
sereke hevbeşbûne, bi hevdû re karkirine, ne cudabûne û bexiltiye.
Lê îro di siyaseta Kurdan de bi
rastî hingivê me şor bûye. Ango xeta netewî çelqiyaye, ji xwezayîbûna û
civakîbûna xwe bidûrketiye. Dibin navê netewayetiyê de gelek helwest û dîtinên
qirêj xwe veşartine. Tembûr meqamekî lêdixîne, stranvan jî li gora daxwazên xwe
stranan dibêje. Gotin û kiryarî îca nema hevdû digirin, dibin navê
netewperwerîyê de helwestên ezezîtîyê derdikevin pêş. Berjewendiya rêxistinî
ketiya pêşiya berjewendiyên netewî û hevbeş.
Ji ber wilo jî ez dibêjim;
hingivê me şor bûye!
Hemû kes dizane ku pirsên
netewayetî hemû Kurdan digire ber xwe; ziman, welat, kultur, al, nasname,
berjewendiyên tevahî pirsgirêkên hemû Kurdan e. Divê em li ser wan têgehan bêne
cem hevdû û siyaseteke hevbeş bi hevdû re biafirînin. Ev siyaset di kesayetiyan
û di rêxistinan de bê serifandin, bi pîvanên hemdemî bê parzûnandin, bibe beşek
ji kesayetiya mirovên Kurd, bibe nirxên hevbaş di nava siyaseta Kurdan de.
Dîsa em hemû jî dizanin ku di
xebata netewî de xebat û keda gelek mirovan heye. Divê siyaseta Kurdan ya
netewî rêzê ji vê kedê re bigire û mafê wana teslimî wana bike. Herkes li gora
ked û zanebûna xwe, li gora jêhatbûn û tecrûbeyên xwe divê cîh di nava tevgera
netewî de bigire. Cihê hunermendekî, zimanzanekî, rewşenbîrekî, teknisyenekî,
bazirganekî tu cara ji yê siyasetmedarekî nabe biçûktir bê ditin, bê nirxandin.
Her kes li gora jêhatbûn û keda xwe divê bibe xwedî paye, bibê xwedî nirx, bibe
xwedî derfetên rewa.
Ji ber wilo divê siyaseta netewî
xwe ji bona pêşeroja Kurdistanê baş amade bike, nirxên xwe zelal bike û rê ne
de ku hingivê me şor bibe!