Heke Aştiyek Biexlaq Pêk Nê!

Şer bi xwe re mirin, tunebûn, hêjarî, êş û binpêkirina rûmeta mirovî; lê aşitî bi xwe re jiyan, hebûn, aramî, dilşadî û bilindkirina nirxê mirovî tîne. Tevî ku însan vî tiştî dizanin jî gelo çima ew qas ji bo şer israr dikin?
Di vê pêwendê de, dema wê yekê hatiye ku li erdnîgariya islamê û bi taybetî jî li Rojhilata Navîn ji bo jiyaneke aram û birûmet komên tirk, kurd, şiî, elewî û hwd. bêyî ku hevdu tune bihesibînin û heqaretê li hev bikin, bikarin bi hev re nîqaş bikin û hevdu rexne bikin.
Dizanim, têkoşîna ji bo aşitiyê ji ya şer dijwartir e. Di têkoşîna aştiyê de çewsandin û tawanbarî zêdetir dibe.
Ji bo aşitiyê erê, lê divê exlaqekî wê jî hebe. Faktora ku dê aramî û aşitiyê pêk bîne dibe ku encax biratî be. Lê divê exlaqekî wê jî hebe. Ne ku biratiyeke pûç! Hewldana pêkanîna aşitiyeke dûrî vî exlaqî jî, cureyekî bê axlaqiyê ye. Ku ev tenê bi galgalê bimîne, bi qasî ku dûrî adiliyê ye wê ew qasî dûrî hiqûqa biratiyê be jî.
Li Rojhilata Navîn divê aşitiyeke ku her kesî wekhev dibîne û li ser esas û bingehê "Hiqûqa Biratiyê" pêş dixe, pêk were. Ez ji vir careke din bangewaziyê ji kesên ku xwe weke rewşenbîr û alîgirê aşitiyê dihesibînin, dikim.
Heger em li erdnîgariya Rojihilata Navîn aşîtyek li ser bingehê hiqûqa biratiyê ku di jiyan û parvekirinê de hevpar, ji bo her kesî mafên wekhev dihewîne pêk nînin; wê tenê kurd tirkan û tirk kurdan nekujin wê ereb tirkan an jî farisan nekujin, her wiha wê kurd kurdan tirk tirkan ereb ereban bikujin. Digel vê yekê em; ku gelên qedîm ên vê erdnîgariyê ne, çareseriyê ji bo pirsgirêkên xwe nebînin, tu kes dê rêya çareseriyê nîşanî me nede û gunehê xwe bi halê me neyne ango heke dilê me li ser hev ne êşe dê dilê tu kesî bi me neşewite!!
Ji ber vê yekê jî wexta me nîn e ku em nirxekî nû yê hevpar biafirînin û ev yek ne pêwiste jî. Ma nirxên me yên hevpar ên heyî têra çiyê me nakin!
{ M. Burhan Hedbi Serokê LR OHAK- DER'Ê }