Dehê Muheremê Hat

Dehê Muheremê Hat
Heyva ku av û evîn tê de mehzûn û xemgîn
Heyva reşgirêdanê heyva Şehîd Huseyîn
Rabin, xwe karbikin! Dîsa dema şîwanê hat.
Meha evîn û evîndara, dehê Muheremê hat.
Berî bide deryaya evînê û tu bake!
Dilê xwe ê bibirîn veke û destê xwe rake!
Rabin, xwe karbikin! Dîsa dema şîwanê hat.
Meha evîn û evîndara, dehê Muheremê hat.
Binêre û bibîne bê ka çi bû li Kerbela
Xak sor bûbû ji xwînê zarok dimir ji tîna
Rabin, xwe karbikin! Dîsa dema şîwanê hat.
Meha evîn û evîndara, dehê Muheremê hat.
Bigrî kesê gulavê balav dike li wê taxê!
Ji malbata Pêxember wa gul dikevin axê
Rabin, xwe karbikin! Dîsa dema şîwanê hat.
Meha evîn û evîndara, dehê Muheremê hat.
Babilîskek rabûbû tijî ji kul û keder
Pişta Elî dişikest laş û serî bû duger
Rabin, xwe karbikin! Dîsa dema şîwanê hat.
Meha evîn û evîndara, dehê Muheremê hat.
Ji bindestan re al e Huseyn şehîd û rêber
Nav û nişanek dihişt dîrokek bê ser û ber
Rabin, xwe karbikin! Dîsa dema şîwanê hat.
Meha evîn û evîndara, dehê Muheremê hat.
Piştî Huseyn Şehîd bû jiyan bi me ne xweşe
Li mêrxasan bû xela çima bextê me reşe
Rabin, xwe karbikin! Dîsa dema şîwanê hat.
Meha evîn û evîndara, dehê Muheremê hat.
Erd û ezman û insan xemgîn in dikin şîwan
Ewan rojên bi ronî li me bûn şevên giran
Rabin, xwe karbikin! Dîsa dema şîwanê hat.
Meha evîn û evîndara, dehê Muheremê hat.
Di vê mehê de her dem em Kerbelayê dijîn
Li meydanan huseynî tun in û zalim dijîn
Rabin, xwe karbikin! Dîsa dema şîwanê hat.
Meha evîn û evîndara, dehê Muheremê hat.
Divê huseynî her dem li ber zilmê biqîrin
Nîşan û ala dadê li dinyayê belav bikin
Rabin, xwe karbikin! Dîsa dema şîwanê hat.
Meha evîn û evîndara, dehê Muheremê hat.
Hêvîdarim ji Yezdan zalim dê bibne bindest
Li rûkala cihanê huseynî bibin serdest
Rabin, xwe karbikin! Dîsa dema şîwanê hat.
Meha evîn û evîndara, dehê Muheremê hat.
Hedbî bi ax û nalîn dibêje wa Huseynem
Dema tola te hilbê ezê serê xwe deynem
Rabin, xwe karbikin! Dîsa dema şîwanê hat.
Meha evîn û evîndara, dehê Muheremê hat.
{ M. Burhan Hedbi }