Dawera Şabana:Hinda Êş

Li hinek gundan ode tune ye, mirovên li van gundan dijîn li cihekî kom dibin û di gelek waran de mijaran bi hev du re payê dikin. Ev mijar weki siyaset, bûyerên li derdorê qewimîbin, lîstik in û hwd…
Şabaniyan li “hinda êş” kom dibin û ev cîh bûye dawera wî gundî. Hinda Êş ji kijan gotinê tê? Wekî fam dibe ev cîh ji gotina aş tê. Miroveki dewlemend û şareza Qadê Ela, yekemin car aş, li gundê xwe ava dike. Di pêvajoyê de ji gundên derdorê aşvanî tên Şabana û ji xwe re arvan çê dikin. Aşê Qadê Ela, şêneyekê dide Şabana. Êdî zilamên Şabana, ji dora êş naqetin û li vir dicivin.
Em bi çend hevokan qala Qadê Ela bikin: Mirovekî şareza û pêşketî bû. Siyasetmedareki navdar, di warê tendurustiyê û cotkariyê nûjen bû. Yekem car terextor anî gund û erd pê cot kir. Qadê Ela di gelek qadan de pêşketî bû û gundiyên xwe dielimand. Bi saya terextorên wî zilamên gund fêrî ajotinê bûn...
Di demê de aş xera jî dibe, lê Hinda Êş wekî qomikekê dibe warê zilamên gund. Her roj zilamên gund demek dirêj li vir derbas dikin. Demsal çi dibe bila bibe, heta zilamên gund nêbin hinda êş, aciziya wan ji holê ranabe. Mêvanên kîjan malê were, zarokên wan berê li hinda êş li bavê xwe digerin. Ger ne li wir be jî, zilamên li hinda êş rûniştibin zane, bavê wan bi ku de çûye.
Hinda êş, ji bo insanên Şabana wekî Qada Siyasetê (Siyaset Meydani) ye, Qada Siyasetê. Li vê derê siyaseta Amerika, Rûs, İngiliz, Turkî her wekî din tê dahûrin. Ji ber ku her roj analîz (dahûrîn) tê kirin, insanên Şabana jîr û pêşketîne. Bi rastî jî siyaset werê tê nirxandin, mirov matmayî dimîne.
Çi bûyerên li welat û derdorê diqewime li hinda êş tê bihîstin. Her kî çi bibihîze heta ku li hinda êş payê neke kurmê wî naşkê. Pîrekên gund jî ji zilamên xwe êvarî bi saya hinda êş ji hewadîsan haydar dibin.
Hinda êş, havînî çiqasî dixanê têxe çavên insanan jî xweş e, lê bihari hinda êş xweştir e. Çêjek hinda êş heye nayê gotin! Şabaniyên ku ji gund bar kiribin jî dibêjin “Ax Hinda Êşşşş”
Hinda êş bi taybet cîhê lîstikan e. Dame, Nehberk, Kağet, Okê hwd… emê niha vegerin ser lîstikan.
Zilamên Şabana her yek xwedî taybet in. Qadê Ela, Hecî Şêxo, Emê Hemreş, Hecî Seyîd,Sadê Bozê, Birê Mihanî, Sêlimê Xelê, Dewrêşê Hecîko, Xelefê Sorê, Mahmudê Xezê, Xelefê Evdo, Hecî Eliyê Beko, Eskerê Dewrîşo,Hemê Ferec, Hecî Kemalê Qado, Evdê Esker,Apê Delî,Evdê Elîko, Hecî Ehmedê Evdo, Dawê Mahmê, … Van camêran gişa wefat kirine, hemî apê me ne, gorra wan bihuşt be inşallah.
Du vî qirnî re Mihemedê Mahmûd, Mistê Sado, Elîyê Sadûn,İzmetê Miho,Şêx Dawudê Evdo, Musayê Miheme, Hesenê Miho, Hemê Sêlim, Emerê Ferec, Şêx Hemê, Simailê Gulê …van zilamên Şabana jî gihaştine rahma Xwedê.
Hinek zilamên Şabana wekî Şêxê Sîno,Cemîlê Remo, Mihemedê Hisên ciwan bûn, lê mixabin zû ji nava me koç kirin û wan jî ruhê xwe emanetî Rebbê xwe kirin.
Bişarê Miho, Ehmedê Emo, Mihemedê Şêxo, Eliyê Emo,Hemreşê Emê, Elê Şêxo,Ehmedê Mahmê, Remê Mahmûd, Hisênê Hemê, Hisênê Hesen,Elê Şêxo, Mele Mahmûd,Evdê Hecî Xelef, Helîmê Emo…Ev camêrna jî sax in. Em temenekî dirêj û jiyanek tendurust ji wan re dixwazin.
Wekî me li jor jî gotibûn, ev mirovna giş di hinda êş re derbas bûnin, bîranînên wan li wir in. Lewre hinda êş ji bo wan wekî cîhekî pîroz e.
İnsanên Şabana, hemî henekçî nin û xweşdîtî nin. Pev jî biçinin xeyda wan demek kin e. Gelek caran yên xeyîdî bi xwe ber li hev tên. Tê fam kirin ku kîn û hesûdî li nav gund tune. Ji ber vê yekê, gelek spas ji Xweda re, kuştin li nava Şabana çê nebûye û ewê çê nebe.
Em Qadê Ela herdem bibîr tînin, ji ber ku hemî gotinên wî tije ders e. Em Emê Hemreş bi nexşe (Xerite) ya wî bibîr tînin. Nexşeya xwe tianî hinda êş û bi vê yekê mirov hînî erdnigariyê dibû. Bîrkeriya Mahmûdê Xezê navdar e, lewre li kîjan malê rûnişta tiştekî xwe ji bîr dikir. Îcar kê tiştekî xwe ji bîr bikra digotin “Law ma tu bûyî Mahmûdê Xezê”. Lîstika Eskerê Dewrîşo û Eliyê Sadun qet nayê ji bîr kirin. Gava bi lîstika “Uçiliya” dilîstin, mirov digo “Xwedo mere li wan temaşe bikin.” Bixaltîtiya Elîyê Beko û Hemê Ferec, ku henekên di nava wan re derbas bûye herdem wan tîne bîra mirov. Meselê Evdê Elîko, ku ew coşa dida mirov wî tu carî nade ji bîr kirin. Her zilamê Şabana nenûkên xwe bi meqesa nenûka ya Apê Sêlim jê kiriye, ne ji wî ba nenûkên dirêj biba! Xwedê xêra wî qebûl bike. Kenê Mûsayê Miheme çiqasî mirov dibehecand jî lê, li dîroka gund hatiye nivîsandın. Hecî Ehmedê Evdo, ji xanima xwe re digot “Yawrum”, kê di wê demê de karî bû werê bigota. Xelefê Evdo, ber meqlûb dipeyivî, Mirov ji qazî jî nikarîbû werê bipeyivya. Mesela rojekê got “Çakêtê min di bêrîka qutiya min de ye.”
Bişarê Miho “Bavê Qadiro”, ev gotin li ser Şabana tapo bûye. Lîstika Xerabî ya nava Ehmedê Emo, Mahmûdê Biro, Ehmedê Delî û Fesiho lezeta wê her dem weke derman e. Lîstika dame ya nava Smailê Emîno û Helîmê Emo mohra xwe li rastiya Şabana xistiye. Her du kes dest b idame dikin, lê bîskek din, bist dest di nava lîskê de ye.
Hîn jî civata Şabana li Hında Êş digere ne wekî berê Xurt be jî. Ciwanên îro vê kevneşopiya gund hê jî didomînin, Ji ber vê yekê ez spasiyên xwe pêşkêşi wan dikim.
Gundê derdorê rik dikin ku Şabaniya li hinda êş xebera ji hev re didin, bi henekan. Ev tişt li hemî gunda heye, lê navê Şabana pirtir derketiye, divê em vê rastiyê jî bînin ziman.
Şabana, gundê Dêrika Çayê Mazî yê herî navdar e, bi insanê xwe û bi erdên dewlemend. Dewletên mezin, wekî Amerîka, İngiliz, Rûs, Frensiz… bixwazin dîplomasî û siyasetê fam bikin, bila werin Hinda Êş.
Heçê ku wefat kirine rahma Xwedê li gora wan be, yên dijin jî temenekî dîrêj û bi rûmet jî wan re dixwazim. Kêmaniyeke min çêbûbe, efû ya xwe ji we dixwazım.
Min ev nîvîs ji bo roja zımanê zikmakî 21ê Sibatê amadekir. Ez roja zimanê zikmakî li hemî gelên dinê û li Kurdan pîroz dikim.