Biratî bi Rastî!

Biratî bi rastî lê kîjan rastî. Ne rastiya min, a te û a wî… Li gorî rastiya ku Xweda gotiye.
“Çi jin çi mêr momin birayên hev in. Alîkariya hevûdû dikin û ew dostên hev in. Fermana qenciyê li hev dikin û hevûdû ji (Riya) kirêtiyê bi dûr dixin. Nimêjê bi rastîn dikin û zikatê didin. Bi ya Xweda û pêxember dikin. Dê Xewda rehmê li ê wiha bike.9/71”
Ger em li gorî vê ayetê bimeşin: Heke yê zalim birayê me be jî divê em wî hişyar bike û bi rê û rêbazin hêsan vexwîne riya rast û heq. Xweda, di navbera qedirgirtin û berpirsiyariya mirovan de ahengiyeke gelek sipehî, bê hemta û pêwist destnîşan kiriye û gotiye belê: “Me, insan di şekl û awayê herî sipehî de afirandiye. 95/4” Lê di heman gavê de wiha jî gotiye: “Piştre me ew, li nizmtirînê nizman vegerandiye. Lêbelê ji bo wan kesên ku baweriyê bînin û karê qenciyan (emelê salih) bikin perûyeke (xelateke) ku naye birrîn heye.95/6-7”
Bi naskirina Xweda; divê em rûmetgirtin û mafên hev jî nasbikin, an na dê nakokî, fesadî, şer û kujtin derkeve holê… Çawa ku dema me jî ji vê re mestere û mînakeke zelal e. Weke ku Xweda jî ev yek vegotiye: “Ji ber tiştên ku mirovan bi destên xwe kirine li bejî û behrê xirabûnî xuya bûye. Xweda, dê (cizayê) hinekî ji wan tiştên ku kirine (li dinyayê) bi wan bide çêj (tem) kirin; da ew lixwevegerin (ji gunehên xwe vegerin û tobe bikin). 30/41”
Xweda, hişyariyeke li gorî azîna xwe bike nesîbê me!